the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Hîvron

Hebhinarkê

ji wê şeva bişewbê bêna firikên şewitî tê ji çolê çend xarêm wenda bûn li newala waweylê ji wê şeva bişewbê bêna firikên şewitî tê ji çolê çend xarêm wenda bûn li newala waweylê destmêja te û janê ji hevdu naşikê hebhinarkê !.. min ji te re gotibû nexeyide ji wê çîrokê wê gewriya te dil bide kêrê li kerbelayê belê delalê li çaraliyê çefiya min diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin kulora şahmeran e egala li serê min ev kitana çenda ye ku te li xwe şikandiye hebhinarka min. li çaraliyê çefiya min diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê iskenderê mezin kulora şahmeran e egala li serê min ev kitana çenda ye ku te li xwe şikandiye hebhinarka min. ne sûcê te ye ew mîratên kewan li me nehatin li çiyayê şengalê, komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye perîkên wî digerîn li dewsê tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delal bi cizbê ketin hêsirên te yên firyalî li ser goleke mêşinî ji bo ku ez bi serê xwe dakim ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim hebhinarkê; teşiya bê destara berfê, berîvana baranê. ne sûcê te ye ew mîratên kewan li me nehatin li çiyayê şengalê, komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye perîkên wî digerîn li dewsê tu hogirî van perîkan e hebhinarka min delal. teşiya bê destara berfê, berîvana baranê.

Bêjebêje © 2015-2024