the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Hîvron

Nivîsvanê Felekê

Nivîsvanên felekê qelem ji dest qet. Celladên felekê şûrên dudev ji dest ket. Dinya hemî bû henek, kêf û kêfxweşî. Felek zal ji kerban û hesret Û dilreş î. Çerxa felekê ya pîr ew ji rengê asiman. Meqamê rehawî ji bo bihîstinê kir rewan. (Dîsgotin) Stêra Zuhre, xwe çengê erdê kir û lê zivirî. Hîv jî çû ket birca Kevjalê, û tê da veşirî. Berê bala xwe dan zilf û xalan. Dîtin ku dilan dibin bi talan. Kesên ku hewar dikirin ji destê xeman. Qet ferdekî ku dilşa nebû, nema ji wan. (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024