the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Hîvron

Payîz

Payîz pêl bi pêl tê vî welatî Çavên te wek biharê ye Ez wek daristaneke bê pel im Dilê min wek zarokek ber şîr e Car caran dikenim car caran digrîm Tên min niha şevên dil bi kul Li min vegere li min vegere Ez mêvanê şevê me Li min vegere Li min û vî derdî ax kal kirim Kal kirim hêviyên rêya dûr Di xeyalên şevek bêdeng de me Tu wek hîvronî di dilê min de dijî Li min vegere li min vegere Ez mêvanê şevê me li min vegere

Bêjebêje © 2015-2024