the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Hîvron

Wê Şevê

Wê şevê, wê şeva wek helbestan Wenda bibûm li nav pêlên deryayên çavên te de Tu bûyî bêhna kulîlkên bihara buhişta emrê min Rengê keskesorê asîmanên dilê min Wê şevê, wê şeva wek helbestan Bêhna berfê dihat ji porên te Tama biharê bû her peyvên te Germa havînê bû li ser lêvên te Wê şevê, wê şeva wek helbestan Ew pelên weşiyayî li nav payîza guliyên te Her çar demsalan veşartok dilîstin li ser zimanê te Wê şevê, wê şeva wek helbestan Diricifî dilê min li ber çavên te Li ber bi şirîniyên herdu çavên te

Bêjebêje © 2015-2024