the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Mezrabotan

Min Biqelînin Bi Agirê Bizot

Hîn agirê helepçê sar nebû Neyar dixwazin her derê Kurdistanê Bikin wek Şirnexê Agir pêxin bişewitînin Lê şervanên rojên sor Şer dikin dor bi dor Hûn bawer bikin bi kedkaran Wê avabibe rojên sor Gelê Kurd bibin gel bra bin Daxwaziya wan ewe ku serbixwe bin Dîroka reş bi fede Wek dîlanê li cem hevdû bijîn Dîroka reş biqede Wek bra li cem hevdû bijîn Min biqelînin bi agirê bizot Û min belavkin li ser axa welat Ez şehîdê şoreşê me namirim Hevalê pêşmerge serê çiya me Rêberê partîzana Xof û tirsa neyara me Ez namirim namirim Heta negihêje hev dû çar parçe Êrîşkin xebatkar û karkeran Ji bo xelasbûna gelê bindest Min biqelînin bi agirê bizot Û min belavkin li ser axa welat Ez şehîdê şoreşê me namirim

Bêjebêje © 2015-2024