the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Mizgîn

Hêviya Min

Hêvîya min ji te heye ey hîcrana can Wer dermanke van birînan bi gul û rihan Hun gazincan ji min nekin derdêm giran a Evîna dijwar bila neyê serê gurana Pir havîn zivistan va çûn dîsa deng nehat Ma kê dîtîye gelo van birînên xedar Ew ne li vir ez dûrketim li xerîbiyê Bûye zindan jîyana bê evîndarîyê Gotin û Muzîk: Armanc

Bêjebêje © 2015-2024