the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Nurhak

Tê Bîra Min

Wextê ewr qotê çiya Tên û digrin mîna ziya Dialin hemû geduk, riya Tu dikevî bîra min Wextê dibe şevereş Heva digrin erd û erş Hev diçin tên reş û peş Tu dikevî bîra min Wextê berf çiyê som dike Ba berfe ehev tom dike Ser palê wê kom dike Tu dikevî bîra min Wextê leyî har dibe Pala çiya da xar dibe Her tişt ber wê jar dibe Tu dikevî bîra min Wextê dinê bihar e Tenê çiyê berf dibare Hişkî, seqem û sar e Tu dikevî bîra min Wextê berf çiyê som dike Ba berfe ehev tom dike Ser palê wê kom dike Tu dikevî bîra min Helbest: Eskerê Boyîk

Bêjebêje © 2015-2024