the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Pêşeng

Gula Baxçê Min Hejar e

Gula baxçê min hejar e Birîna dilê min xedar e Dikim gazî û hewar e Ka welatê min Kurdistan Ev çi xişm e hat serê min Qetil kirin bav û birê min Ka erdê min, ka warê min Ka welatê min Kurdistan Kûr dinalim ez bi şewat Ji derdê hesreta welat Dikim haho, dikim feryad Ka welatê min Kurdistan Bihara min bû zivistan Ne gul maye ne gulistan Çar alîm bûye goristan Ka welatê min Kurdistan

Bêjebêje © 2015-2024