the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Pêşeng

Şewitîm Ez

Şewitîm ez pêtî pêtî Goştê canê min peritî Tu sebeb î, tu hesret î Tu miraz î, lê delalcan Vê buharê, vê hişnayê Vê evînê, kêf û şayê Gazî dikim, çima nayê Were were lê delalcan Îro dinya pirr zelal e Îro alem kerr û lal e Çima digrî, ev çi hal e Megrî megrî lê delalcan Gotin: Mistefa Gazî Muzîk: Pereng

Bêjebêje © 2015-2024