the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Pêşeng

Were Gulîcanê

Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Tu veke sînga min, tev derd û elem e Li min ferman rabû, va dîsa rêwî me Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Bilbil li ser darê, dike ax û fîgan Heyfa xwe pê tînim, bilbilko oy yeman Êdî teqet nema, di van çok û lingan Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Nizam çawa bikim vê dem û dewranê Limin hesret kirye, malbat û xêzan e Biyanî pirr zor e, derdekî giran e Were Gulîcanê, ez li hêvya te me Gotin: Mistefa Gazî Muzîk: Pereng

Bêjebêje © 2015-2024