the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Rewşen

Bê Te Naçim

Herim ku li nav civakên kîf girtî Bibim kî li ser sifrên berjewendîyê Heger ezbim û bi hebuna xwebim Guneh jî bî bê te naçim Bê te naçim Bê te naçim warek înkarkirî nabe Heya di seride mejî di bedende canbe Bila dunya alem vê yekê bizanibe Di bizava famkirinê me Li ser goristane bê deng û wêran a mirovatiyê Xwe dequte ji gunehan decalo Hê mêsîh ji asîmanan de xuya ne buye Û hê dadgehan ne hati danîn Ey gerduna masîyên mezin Me sond xwerîye kû em nebin masiyen biçuk Û we dît ez zindî zindî teqiyam di nava Înkaran de û hê dijîm Ey hubra di rije liser rupela sipî Tu min baş binase heger nebe sibe Wê bi tevahî tarîbe

Bêjebêje © 2015-2024