the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Rewşen

Cane Di Berukê De

Çi kela cehennemê bu Hêlma pîştê min qelandî Canê min di beruka min de Her rojên ji felekê çeqandî Ciwantîyek li nav agiran Di lepên torikên nîv diran Ciwanên gerdunê rabin Em xapandin mêtingeran Nemeyzênin hûn dinyayê Bi berçavên reş û tarî Zaroyên xweşik û sar Veşartine li paşiya xanî Perpirsyarî wê çawa be Carek çêbû cardin nabe Di dadgeha mirovatîyê Cilên qirêj wê xuya be Werin xortno em peykerekê çêkin ji herîyê Axa wê ji evînê, ava wê ji azadîyê Deynin li navenda paytexta mirovatîyê Bila bibe hêvîyta qirnê dawîyê Êdî bes *Serastkirin: R.X

Bêjebêje © 2015-2024