the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Rewşen

Revoko

Ton bi tonên xeman vaye têm Mifta reş li tûrê lanetê Bar bi barên nifiran hatim Dadgeha xwezayê îroye nereve Revoko nereve ev ba dîmenên texmînîne Hêvîdarî ezabe dest ji hêviyan berde û bi qere Lo bireve li wan star an jiyan nîne Ew bê fikrên gahranîne xwe nexapîne Tu ne evî ev ne tu yî sînoran tu darda kirî Yan bi fikre yan bimire yan jî.. Kevir, dar, av, ar çi dem çewa ji bo çi? Kevok û ê dinê mar kê kîjan li ku xwar? Ciwan, jin, kal, zar ev rev ji bo kîjan war? Êş, birîn, mirin, man sikût heya kîjan zeman?

Bêjebêje © 2015-2024