the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Rewşen

Şevên Baranê

Van şevên baranê bi tenê Li te di geriyam Bi dilekî bê sehwane Kolanên biyanî şil û lehî Li ser betonên sar Li şopa germa te di geriyam Dê bêje li ku yî Dê bêje tu kî yî Nizanim belkî derew bî Tûrê şevêda xeyal bî Dibe ku ji min re jiyan bî Çeperê kûrde neyar bî Di gerim di gerim Bawere xwe di xapînim Vî werîsî di vê derziyê Bi çi awayî derbaskim Di gerim li rastiya me Em kîne lê ew kîne Sînorên xwe girtine Navbera me stirîne Belkî li wî aliyê sînor bî Belkî jî neha pir zû be Ji bo dîtina te Gotin û Muzîk: Harûn ATAMAN

Bêjebêje © 2015-2024