the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Rewşen

Zagros

Çewa wisa razaye Li nav vê dola ewqas mezin Dapîra toros û alpa Vê biharê jî zaroyên xwe têr kir Nizanim miriye an razaye Bi vî laşê sar Berikek spî li ser bejna wê Dibe ku ji neviyên xwe xeyîdiye Bi janên dîrokî Bawerim ku hê bi hêviye Delingê xwe ranekir Ji Îskenderê zorkurnet Ne biharan ne payîzan Sîng û berê xwe venekir Ji tîmûrê xwedî şûr Ne tu rojan ne tu şevan ne tu caran Talan û înkar û şeran ji me re dayik bû Zagros zagros zagros zagros Nasnameyek asî yî Zagros zagros zagros zagros Tu heyî tu ji me yî Gotin û Muzîk: Harûn Ataman

Bêjebêje © 2015-2024