the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Sorxwîn

Dengê Qilêşa Tê Ji Kurdistanê

Bi xwînê sor bû kefiya Xîlanê Rabû êdî meşiya dîlan ê Bi xemil û rewşa Zekiya Alkanê Dengê qilêşa tê ji Kurdistanê Bîstanek sor bû ji rengê xwîn ê Xwîn jî keliya bû ji devê birîn ê Ew ji qêrîn a Besê û Zînê Wan cot kişandin berdan e jîn ê Keçên me kurdan kezî hejandin Wek hespên cengan zevî bezandin Gund û bajar bombe teqandin Xayin ê mezin li erdê hilandin Nûrhaq û Nemrûd heya Sîpanê Bakur û başûr şa bûn li Dîlanê Dengê qilêşa tê ji Kurdistanê

Bêjebêje © 2015-2024