the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Strana Dîcle

Mêvan

Mêvan mêvan mêvana min Tu ser serê min ra hatî Mêvan mêvan hoy azadî Tu ser çavên min ra hatî Min xewna xwe da dîtibû Welatê min rizgar bibû Xelqê me pê mesûd bibû Bêhnfirehî destpêkiribû Azadî hat Kurdistanê Rojên xirab tunin êdî Li ser çiyan çîçek vebûn Zarok, jin, mêr vî ra şabûn Gava sibê bû şiyar bûm Dawiya xewna şîrîn hat Welat hê jî bin destan e Rabe Kurdo dîsa xebat Sazkirin: KSD

Bêjebêje © 2015-2024