a photo of Koma Wetan

Koma Wetan

Keçik Çima Ditirsî

Keçik çima ditirsî Ne ez xort im tu qîz î Sibê daweta min te ye Dinê alem şade ye Tu delala dilê min Tu kulîlka ber bîna min Sibê daweta min te ye Dinê, alem şade ye Sibê daweta min te ye Erê erê delalê Sibê daweta min te ye Dinê, alem şade ye Dara me xemiliye Belê belê delalê Ew dara mirazê min te ye Dinê, alem şade ye Dengê def û zirnê ye Şabûn e, kêf e, reqas e Sibê deweta min te ye Dinê, alem şade ye Xeliya delala min sor e Şahî ye, govend e, dîlan e Sibê deweta min te ye Dinê, alem şade ye Sibê daweta min te ye Erê erê delalê Sibê daweta min te ye Dinê, alem şade ye Dara me xemiliye Belê belê delalê Ew dara mirazê min te ye Dinê, alem şade ye Gotin û Muzîk: Gelêrî û Kerem Gerdenzerî

Bêjebêje © 2015-2024