a photo of Koma Wetan

Koma Wetan

Were Sînê

Were Sînê lê, Ez heyrana çavê te me Wey lê Sînê Were Sînê lê, ez birîndarê bejna te me Heyra minê Tu kubar î lê, Mîna kevoka çîl û qelqaş Rûbarê hewê Tu bedewî lê, Mîna kulîlka nava çimanê eşîretê Dihebînim mîna ziyaretê navê sînê Sînemê, bedewa nav eşîrê Birîndar im ez mîna teyrê nav ezmanê Kurdistanê Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne heyra minê Tu bizanbe ez tu car bîrnakim navê Sînê, Rûbarê dinê Birîndar im ez, were Sînê , were Sînê Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê Sînemê, bedewa nav eşîrê

Bêjebêje © 2015-2024