the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Zelal

Dem û Dewran

Dayik dîsa xwîn digîrî Tim dikin hewar û qîrin Textê faşîstan hilkişînin Textê romîyan hilkişînin Edî bes e her roj mirin Dem û dewran wuha naçe Mereş sewas ji bîr nabe Doza we wê ji me ra rêber be Dilê şehîdan wê şad be Pîrê me Seyîd Riza Zulfîkarem êlî dest da Serî hilda li namerda Bi cangorî ew bû feda (Dîsgotin) Ew zilm û zora vî hovî Însanan dixwe bi saxî Ku şer nekin nayê dawî Em bêjin hew bi vî hawî (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024