the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Zelal

Dil Şewitî

Me newêrî ku em gav xin Her derek girtiye maran Me dixwest dostan silav kin Tu dost neman li tu deran Şev tarî roniya nebû Roniya me hêviya me bû Ne dengek ne rêçek hebû Li me barî berf û baran Min got dayê: ev çi hal e Jiyana me çiqas tal e Erd cemidî hewayî sar e Em dîsa man li bin daran Dijminên me gellek pûşt in Ne xort ne jî zarok hiştin Ku kî bi dest ket ew kuştin Dil şewitî hezar caran

Bêjebêje © 2015-2024