the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Zelal

Ez Diherim

Lê ti çiqas li xweyê xweş e Te kiriye cîgera min xwîna reş e Min kîngê got ku ez ji te hez dikim Tu him derewçî himê rureş e Tim deng neke heke heke Li vir û wê qala min meke Zatî min li vî canî tu xêr nedî Edî bese mekeve xwîna minî ooy Ezê herim êdî nema wî derdî ji kê re bejim Xelkê bi min re bû ye dijmin Sewa ku ez ser te da bême Bila li min xin min bikujin Bila li te re nekine dijmin Xelkê yarla gıh bizane Gişt cigera min tijî xwîn e Dil sar nabî dil sar nabî Dil ji hevdu dur dur nabî Ku ez nasekinim tim tim bibêm Arê dilê min dernabî Gotin û Muzîk :Ali Üstünses

Bêjebêje © 2015-2024