the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Koma Zelal

Li Qamişlo

Ji mir gotin li Qamişlo Dîlbera te mest û gêj e Li ser êşa vê dîlberê Yek şîretê kes nabêje Gotin bûk e, lê biçûk e Çîroka wê pir dirêj e Destê nojdar brîndar e Bin nenûka tev qirêj e Ji mir gotin li Amedê Dîlbera te pir dinale Di çavê min ji hêsra re Şev û rojê sor peyal e Gotin bûk e, lê biçûk e Çîroka wê pir dirêj e Destê nojdar brîndar e Bin nenûka tev qirêj e Helbest: Ferhadê Içmo

Bêjebêje © 2015-2024