Koma Zerdeştê Kal
Dayîk
Dayîka xwe ez dûr ketim
welatê xwe xerîb ketim
Şev û rojê'm tev tarî ne
dinya li min derewîn e
Ez bimrim, ez bimrim
dayîka min, ez bimrim
Ez xerîb im bê te dayê
dilbirîn im ji bo te dayê
Ez dûr ketim ji bêhna te
hêsir ketin ji wan çavên te
Dûrbûna te ez helandim
êdî dayîka'm ez nikarim
Dûrbûna te ez dîn kirim
hesreta te ez Mecnûn kirim
Xerîbiya ez kor kirim
li dinyayê zîndan kirim