Koma Zerdeştê Kal
Serok Çûye Romayê
Sedê sala deng nayê, çi bikim ji bextê dunyayê
Serok çûye romayê, da deng bidê dunyayê
Bê serokê netewî sebira kurdan qet nayê
Serok bûye teyrêbaz, ti car gava navê paş
Aştiye tim daxwaz, dujminê me dilnexwaz
Mere nayê rêya rast, xwîna kurdan te parast
Zulim zora ku me dî, dunya li me nebû xwedî
Ber dijmin fedî ew şewatên li ber derî
Dil û can kirine kerî bo serokê netewî
Ev dujminê me nezan, gelek salan em hevre man
Ev zulima ku li me kir însan nakin li însan
Pêkir mafê mirovan kuştin xurt û xwendevan