the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Komîna Fîlm A Rojava

Lêde û Lêde (Efrîn Tola Salan)

Ha şerr hatî li ber deriyan e Ha li ser seran û ser çavan e Ka rê bidine vî siwarî Ka kî berx e û kî beran e Ka rê bidine vê edûlê Û binêrin li keziyê zeriyan e Ew derwêşê vî gelî Û ev ceng, cenga gelan e Herre lêde û lêde û lêde... Lêde kîna ji navê lêde Efrîna min.. Garana dêwa dîsa hat li ber deriyê te Gelse mêran çavê xwe berdane zevî û guhorên te De rabe! De rabe! Ha şerr hatî li ber deriyan e Ha li ser seran û ser çavan e Ka rê bidine vî siwarî Ka kî berx e û kî beran e Ka rê bidine vê edûlê Û binêrin li keziyê zeriyan e Ew derwêşê vî gelî Û ev ceng, cenga gelan e Herre lêde û lêde û lêde... Lêde kîna ji navê lêde Berxwedana serdemê Eynê gur bûye volkan e Li ser şopa Arîna ne Îmana me berxwedan e Li Şengal'ê nihêra hedban e Li Kobanê rim li ban e Herre lêde û lêde û lêde... Lêde kîna ji navê lêde Destana şerran govend e Desmala ser kêş ezman e Derba kînê fût naçê Xwînê me ji dola Osman e Gurzê me ji Tola Salan e Sebra me sebra Seman e Lêde û lêde û lêde... Lêde kîna ji navê lêde Muzîk: Mehmûd Berazî Gotin: Şêro Hindê, Îbrahîm Feqe, Jînda Mensûr, Xalid Dêrik, Erdelan Amûdê, Hacî Mûsa

Bêjebêje © 2015-2024