the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Komîna Fîlm A Rojava

Nivişta Girêla

Nav çiya û zinaran Pey dilê kovî Mame Bûm bi bask firiyam tevlî xeyalan Deşta dûr pir dûr e Li rojava destara derdan e Hêviya min dîtinek bû Ji vê refê neqetiyam Tevlî wê firiyam wek koçeran geriyam bin baranê de Henasê min bi vedeng e Gava min bê deng e Mêwa giyanê min lal e Siwar hatin ji zozanan Girtin serkêşiya dîlanan Desmala rengîn destana Mijêêê baranê Dotmaman xwe Hilba kirin Pispaman çog nîvçog kirin Desmal dane destê xalana Pûkê û leylanê Rê kor e û pir sar e Heyv li jor mat maye Stêrk ji çavan rijyan Lê ez mam Hespê boz dijene Ber bi jora jor ve Nav ewrên giyanan de dinhêre Destê min ji te nabe Lê pir, pir dereng e Ji te re malekê ji kevrokan ava dikim Deriyê wê şilêr be Banê wê morîk be Çira wê pêjna te (Dîsgotin) Gotin: Şêro Hindê Mûzik: Mehmûd Berazî

Bêjebêje © 2015-2024