the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Komîna Fîlm A Rojava

Tîna Çiya

Pêjna tîna dila Di çavê te da Keniyam û giriyam Xweziya û dîsa xweziya Kilê çavêmin bila Barûda guleya çeka te ba Awirê çava te bi bidizya Bila sîreg û nîşana te biya Hingê bajo ser sengera Kerba mino Ser û binke gês û torana de here Tîr ji kevana derketin Ji kalana şûra xatir xwestin Rim di destê siwaran de nahedirin Ser rim ji kerba sînga diqemin Xweşmêran fincana xwînê vexwarin Dest danîne li ser simbêla û sûnd xwarin Bîşenga xeml û xêza şemirandin Nêv û pişt bi rext û çekan de hiştin De weylo lo weylo Bila ji xêra xwedêra Ezê li rastî koremarê bê bext bihatama De minê rihê melûlî hilgirta Li beroja dilê kuh danîba Şûrekî ji pola mertalî ji kînê ji xezeba navê Minê bitevizanda xwîniyê cra Xemrevîna swarê xwe me wey lo Ji her derê li me kom bûne diz û muxlacî Dest davêjin cotê keziya qumriyê sê gulîne wey lê lê wey lê Ezê hingê qîrbikim ezîzê ber dilê bav û diya Delalê serê her malê Şenge siwarê mala bavê min hêsîrê xwedê Wezê bê kes û bê pişt çibkim siwaro Xwedî xîret û xumal ji we pêve kes nemane Şer sincirî li eniya Li gund û bajar her ciya Xwîn li birîna dikeliya Birînên camêra nediêşiyan Birînên ji kîna sala dikewiyan Kelas ke tuxmê dêle gurê Bavêj teniştê lê bişkîne sîng û piştê Beranê çar gurçik xwe dadanê dadan Ha li kabê ha li navê Sitî darijiyanê rik girtine li hindavê Lewendî ji pêt û êtûnê Vemalî tuxmê Silo Şah Text û beyreq fîtkin ji bin Korkin tovê wan ji gerdûnê Fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, erşê romê Fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, fîtkin ji bin, textê romê Gotin: Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê Mûzik: Mehmûd Berazî

Bêjebêje © 2015-2024