the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Komuna Dengê Mezopotamya

Kobana Şêrîn

Em te nadin Kobanê Tu dilê Kurdistanê Hêzên hov û dagirker Em ê derxin ji vî warî Lê dixin xortên ciwan Çeka giran vîna wan Lê dixin keçên ciwan Li dinyayê deng vedan Kobana şirîn şa bû Nav cihanê belav bû Mirovahî bêçar bû Jiyana rastiyar bû (Dîsgotin) Kumê rastiyê xwar e Serkeftin ya gellan e Kûçkê xirab girtine Ma tu kur î nabînî Meydan bûye qada şer Tê da dimeşin gulên fer Ketine dîlana eşqê Sema digirin li her der (Dîsgotin) Arînê stêrka jînê Diyar çû li pey evînê Dil da şopa wan de ne Dimeşin ji bo Kobanê Kobana rengîn ronî Nebê jara min kanî Va ye hat silava rojê De tu rabe li ser pê (Dîsgotin)

Bêjebêje © 2015-2024