the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Komuna Muzîkê Ya Tevna Jinê

Diparêzin

Dîroka borî de bi nav kirî bûn Di çîrokan de xwîşka heft biran Di destanan de xatûna dildizok Em her tim sedem bûn lê tiştek tê ji bîr kirin Me mertal hûnandin bi porên Edûlê Xwe girêda û xatir xwest ji eşqa mirinê Diparêz in vê jînê diparêz in xwezayê Hûn jî dizanin em dijînin jîyanê Bi gurmîniya kenên xwe reng didin dîlanê Hêz bi hêz diherikin di nav gerdûnê de Xweza tu yî, em in, ewin em xwe diparêzin Çirûska azadiyê bi hevre pê dixin Gotin û Muzîk: Baran Bozyel

Bêjebêje © 2015-2024