Kubara Xido
Ha Berde
Wez hatim te bivînim, ha berde berde berde
Wez hatim te bivînim, gede zenda zer berde
Dê û bavê te bi kîn in, ha berde berde berde
Dê û bavê te bi kîn in, gede zenda zer berde
Wez hatim te bixwazim, ha berde berde berde
Wez hatim te bixwazim, gede zenda zer berde
Dê û bavê te bi naz in, ha berde berde berde
Dê û bavê te bi naz in, gede zenda zerberde
Wez hatim yalê we da, ha berde berde berde
Wez hatim yalê we da, gede zenda zer berde
Koç geriya rê meneda, ha berde berde berde
Koç geriya rê meneda, gede zenda zer berde
Min xwestî bavê neda, ha berde berde berde
Min xwestî bavê neda, gede zenda zer berde
Bavê da dêyê neda, ha berde berde berde
Bavê da dêyê neda, gede zenda zer berde
Tiliyê min çavê dê da, ha berde berde berde
Tiliyê min çavê dê da, gede zenda zer berde