Lana Zangana
Kesê Dû Rû
Dilniyam ke caran çon bûy, êstaş ew dilreqey ewsay
Lewetey hem bo to jiyam, keçî to her bo xot jiyay
To nexemêk ethejênê û ne firmêskêk rûhit exwat
Dillêkit heye zor seyre, gwê be hîç azarêk nadat
To kesêkî yekcar dû rûy, sîma û dillt zor lêk cûdan
Rûxsarit pirr beraete û keçî naxit pirr le tawan
To dillimit wa şêt kirduwe, xoşim birrwam pê nemawe
Çirkeyek gwê le xom nagrê, ellêy xwa bo toy danawe
Dillim wa dirozin buwe, natwanim dway droy kewim
Rojê ellê riqim lêye, rojê ellê şêtî ewim