the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Lavîn,

Keça Arî

Ez keçika çiyayî me Bi sed mêrê beyarî me Xwe nadim bizin û qelen Ji bo welatî yarî me Giranbuha ye canê min Bo niştiman cangorî me Ez keçika keleşî me Xwîna vîna netewî me Hûn jî werin xortên delal Bi azadiyê ez bawerî me Vira hiştî şûr û mertal Ji bo cengê siwarî me Ez im keça med û arî Qebûl nakim jîna tarî Tîna xwe ji rojê digrim Ez ê gur bikim vî yalî Bê rawestan û bê westan Ez ê hildim her vî barî Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek

Bêjebêje © 2015-2024