the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Lavîn,

Tola Jinê

Ez keçika Mêrdînî me Hem Kurd û Kurdistanî me Tovê Ehmedê Xanî me Xwediyê dîroka arî me "Col" û cenga ji kûr hatim Mizgîniya bo welat im oy. Li her çar aliyan ez im Li ser hespa boz dibezim Mirovhez im oy.. Hêvî, çira û ronak im Koletiyê qebûl nakim Îxanetê tarûmar dikim Dila şa dikim oy.. Hêvî, çira û ronak im... (Dîsgotin) [Helbest] Çar aliyên re agir e Diparêzim te ji hovan Sûnd xwarine gelê Kurdan Wê te derxin ji bin destan Tu tarîk î, ax û av e Ronahî ye, şewq û tav e Kurdistan e, çi xweş nav e Ax "sirhat" dibe, gav bi gav be Bi kuştinê em naqedin Her yek ji me deh û sed in Botî, mervanê umed im Halepçe, Dêrsim, Amed im Xwedî kok im, qet natewim Bi agirê şoreşê dikewim oy.. Bakur, Başûr, Rojhilat im Rojava me, bahilat im Bi reng hatim oy.. Hêvî, çira û ronak im... (Dîsgotin) Gotin û Muzîk: Seyda Perînçek Xwendina Helbestê: Murat Yapistiran

Bêjebêje © 2015-2024