the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Leyla Farîqî

Azîzakam

Azîzakam Roley şîrîn im, azîzakam Aramî gyan im, dîdekem aramî gyan im Xunçey gulzarî azîzakam Baxçey jîyanim gyan im gyan, baxçey jîyanim Ciger goşekem, berhemî jînim Serwet û malim, ayîn û dînim Hey laya laya, korpey sawaya Kwêr bew çawey be to helnaya Hêz û tewijmim azîzakam Bînay çawanim, dîdekem bînay çawanim Hawdengî bezmî azîzakam Roj û şewanim gyanim gyan, roj û şewanim Roley gyan negrî, megre behana Dîr û derenga, berî beyana Hey laya laya, korpey sawaya Xwezî lê gyanim, heqey negyana* Her çend to degirî azîzakam Cergim kababe dîdestim cergim kababe Her çend to degirî azîzakam Cergim kababe dîdekem cergim kababe Tuşey gulî cwan, min pasawanim Nazik ekêşim, heta bitwanim Hey laya laya, korpey sawaya Dayik mandûwa, boç xewit naya Roley şîrîn im, azîzakam Aramî gyan im, dîdekem aramî gyan im Çavkanî: Gotinên Stranan in Google Play *Dibe ku kêmasî tê de hebin, heke hebe jkxr ji me re binivîsin

Bêjebêje © 2015-2024