the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Lezgînê Dûko

Hey Lê Wayê

Wey malîno evan hala, lo ne halek e Were evan hala ne halek e De bira xelqê Rebil Alemê jorê cem xwe lo lo qebûl neke A hezarê mi nemîne mala dê û bavê min we zanibe Kotiyê şindê mêra, hero, her gav, gav û saet li cem yek e Were kawliyê gundê me mezin e Wele şewitiyê gundê lo me mezin e Eman eman derd û kulê dinê lo para min e Were derd û kulê dînê lo para min e Hero her gav kutan, lê va kuştin, berdan lo halê min e Wey malîno bi ser me ra lo her felek e Wê fêza me da hêlîna teyrê sîmir e lo lo perbelek e Ezê bextê we da me însanê vê dewrê şîrê xav mêtiye Gere merî îtîbara lo xwe lê neke Wezê çûme sûkê lo lo sûke sar e Bêbextê mi ra ne tê, bes e gidî lo lo lo ne bazar e Heyfa mina tê jinê şev dikevine destê kotiyê mêra Hetanî êvarê desta feqîr û melûl e lo tengezar e

Bêjebêje © 2015-2024