the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Lezgînê Dûko

Şivantîyê Neke

By: Ciwan

De were hero halê mi waha ye Vî kirasê canê mi eba ye Heft sala minê kula wez de bûme şivanê van evda ye Bûy xatirê çevê biriyê belek, zenda zer e, morî mircana Na wele bejn û bala te ye way Were kavilê gundê me serejêr e Şewitiyê gundê me serejêr e Wey malîno, kevir kuçikê wê bibûne dûzan û kêr e Xelqê ketiye pey mal û semenê dinyayê Ezê ketime pencerîkê cînara yeke malemêr e De were were were gede were were Derdê dila kul û lo tev keser e Ezê bextê te da me, Îşova paşê were Were dînê me derketiye hîva sara Bextê min û te ra wê ingiriye naçe ava Ez ê nifirekî bikim la şindê mêrê te bimre Wez ê dayika te ra lo bivime zava Wê me derketiye pilte ewrê reş î tarî Me derketiye pilte ewrê reş î tarî Wey kurmalê tenê çawa bejn û balê gul jê barî De bira arvanê te nemîne mala dê û bavê te da Wê destê te girtiye daye şimêdê mêrê kotî lo vî dewarî

0

Bêjebêje © 2015-2025