a photo of Loke Zahir

Loke Zahir

Spêde Jivan

Hatim da te bibînim Du çavên te bixwînim Dil bikevin semayê Bîrhatinan vejînim Serê spêdê beyanê Hûr hûr lêkir baranê Li ser soza me dabû Hatim cihê jivanê Hûr barane dengê te Kesk û sûre rengê te Birosya eşqê veda Keftim davên cengê te Birosyan kir ronahî Hêdî hêdî bû sahî Geham mêrga evînê Bûye seyran û şahî Helbest: Edîb Çelkî

Bêjebêje © 2015-2024