![the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo](https://s3.eu-west-2.amazonaws.com/bejebeje.com/artist-images/placeholder-s.jpg)
Loran
Ez Şerzan im
Şev tarî bû stêrkên ezman xuya dikir way
Gula dijmin cerg û dilê’m tev perçe kir way
Ezê herim li hemberê li wan faşîstan
Ezê bêjim tev ya min e axa kurdistan
Ez şehîd im, ez namirim, navê min şerzan
Ez ’egid im weke şêr im, welat’em batman
Dayka minê êşên giran anîm dinyayê
Dijmin ez kuştim êş û kulên dayika’m navayê
Bê xwêdêno û zalimno ez hîn ciwan bûm
Çima ez kuştim hêsirên çavên dayika’m rijandin
Ez şehîd im, ez namirim, navê min şerzan
Ez ’egîd im weke şêr im, welat’em batman