Loran
Ez Şerzanim
Şev tarî bû stêrkên ezman xuya dikir way
Gula dijmin cerg û dilê'm tev perçe kir way
Ezê herim li hemberê li wan faşîstan
Ezê bêjim "tev ya min e axa Kurdistan"
Ez şehîd im, ez namirim, navê min Şerzan
Ez 'Egid im weke şêr im, welat'em Batman
Dayka minê êşên giran anîm dinyayê
Dijmin ez kuştim êş û kulên dayika'm navayê
Bê Xwêdêno û zalimno ez hîn ciwan bûm
Çima ez kuştim hêsirên çavên dayika'm rijandin
Ez şehîd im, ez namirim, navê min Şerzan
Ez 'Egîd im weke şêr im, welat'em Batman