the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Marûf Alan

Ax Tamara

Tamara evîna min Sorgula li ber bîna min Şeva tarî li hêviya min Axîn û kesera min Tamara ax tamara Şewqa heyva li newala Dîroka evîndaran Tamara ax tamara Şewqa heyva li newala Destana evîndaran Biqîre Behra Wanê Tu evîna sedsalan Heyva nû wa bilind bû Tamara min qey kanê Tamara ax tamara Şewqa heyva li newala Dîroka evîndaran Tamara ax tamara Şewqa heyva li newala Destana evîndaran Tariya şeve wiha nebû Tamara min zû were Bextê min û te yê reş Bi miradan em şa nebûn Tamara ax tamara Şewqa heyva li newala Dîroka evîndaran Tamara ax tamara Şewqa heyva li newala Destana evîndaran HELBEST Çîrokekê ji min re beje tamara Bila hemû lîstikên zarokatiya min Di nav de hebin Bila jiyana xortaniya min di nav de hebe Bila hîva çardeh şevî ku gerdena wê Bi morî û mircanan diçilvilî din av de hebe Bila hemû xweşî û nexweşiyên evînê di nav de hebe Çîrokekê ji min re beje tamara Bila roja dawiya emrê min û te bi hev re di nav de hebe Ax tamara ax tamara ax tamara Gotin, muzîk û helbest: Marûf ALAN

Bêjebêje © 2015-2024