the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Marûf Alan

Ay Dilê Min

Dil ji min nakit xeyalan Bûme perwana şemalan Bêriya husn û cemalan Ay dilê min ay dilo Canfiritîm te nebinim Deftera ‘işqê dixwînim Serxoş û sekran û dîn im Ay dile min ay dilo Serxoş û sekran û mest im Ef‘ayê eswed digest im Sebr û aram çû ji dest’im Ay dilê min ay dilo Hêstirê’m barîn ji xwînê Sotim ez derde evînê Kes ji min nakit yeqînê Ay dilê min ay dilo Helbest: Feqiyê TEYRAN Muzîk: Marûf ALAN

Bêjebêje © 2015-2024