the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Marûf Alan

Bêjing

Sibe ye pala rakin Kar û barê xwe bikin Devê dasika tûjkin Herin zeviya deştokê Pîrikê bîne seradê Dayê rake bêjingê Xwişkê bîne moxilê Herin bênderê Herin bênderê Hoke hokê şivanan Dengê darê gavanan Êvar e wextê malê Xweziya min bi wan zemanan Serada me qetiyaye Bêjing li ba cîrana ye Moxila me ne xuya ye Wê çawa be halê me wê çawa be halê me Qewşên genim gêre bikin Xwêdana eniyê paqij bikin Qûtê salê ji bîr nekin Werin em zibare bikin Pîrikê dirêşê bîne Seradê hîvazî bike Moxilê jî ji bîr neke Dan wê li erde bimîne dan wê li erde bimîne Gotin û muzîk: Marûf ALAN

Bêjebêje © 2015-2024