the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Marûf Alan

Kurdistan

Di nav baxê dile min de Tim tu yî tu Di ronahiya çavê min de Hebûn tim tu yî Bedewiya erdnîgariya min Tu yî Her çar riknê Kurdistana min Tim tu yî tu Bizrê mirovahiyê şînbû li nav axa te Bi hezar salan warê jiyanê ye dilê te Ji bo azadiyê diqîrin deşt û newalên te Jiyaneke nû em ê vejînin ji bo zarokên te Çiqas bêjim têrê nake ji bo dîtina te Çi binivîsim tijî nake vê dîroka te Xwîna şêr û şehîdan e rengê rûyê te Çiya tev ketine dorê tên hembêza te Bizrên mirovahiyê şîn bu li nav axa te Bi hezar salan warê jiyanê ye dilê te Ji bo azadiyê diqîrin deşt û newalên te Jiyanek nû em ê vejînin ji bo zarokên te Gotin û muzîk: Marûf ALAN

Bêjebêje © 2015-2024