the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Marûf Alan

Xecokê

Bîn dide xecoka biharê Dibişkive adar û nîsanê Direve ji ber meha gulanê Dem diçe xecê tu nizanî De were xecoka biharê Tu nayê lê xecê tu zanî Bihar çû ji her çar wextê salê Xemgîn im nakenim wek carê Pel weşiyane ji guliyê darê Nabînim xecoka biharê De were xecoka biharê Tu nayê lê xecê tu zanî Ji awirên ewrê reş û tarî Dilopên baranê dibarîn Dûr bibe ji jiyana dilsarî De were xecê lê tu zanî De were xecoka biharê Tu nayê lê xecê tu zanî Gotin û muzîk: Marûf ALAN

Bêjebêje © 2015-2024