the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Marûf Alan

Xweşewîst

Weke mijê bê cih û war î Ji bayê kur bêhtir xedar î Awir ji xencera ko ye Ne dikujî ne sax dikî Dil ji min bir xweşewîstê Xweşewîstê xweşewîstê Dil ji min bir xweşewîstê Xweşewîstê xweşewîstê Dil ji min bir xweşewîstê Wek fincana li dest hakima Ne hiltînim ne datînim Bijank şûrên ser zêrîn in Min dikuje xweşewîstê Xweşewîstê xweşewîstê Dil ji min bir xweşewîstê Xweşewîstê xweşewîstê Dil ji min bir xweşewîstê Biryên zirav şûşal dibin Kal û xort li hev kom dibin Bilbil ji ber lal û gêj in Min dikuje xweşewîstê Xweşewîstê xweşewîstê Dil ji min bir xweşewîstê Xweşewîstê xweşewîstê Dil ji min bir xweşewîstê Gotin û muzîk: Marûf ALAN

Bêjebêje © 2015-2024