the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Fariz,

Bişarê Çeto

De hayê ê ê Sîsilê go Melesê dayê bi dayîkê Keziya min û te va tevda li hev aliyayê qetrana Diyarbekir li taca heletê De riyê min û te va tev pêçayê De rabe derkeve diyarê Qesra Başimê, Qesra Hesinê Ozmên tu mêze ke Canbêzarê Deşta Mûşê ra, qaymeqamê Zoqê, Mişê El medînê De her du kûçikê ber xiraba, Eliyê Ûnis qewmê çiyê va, eskerê navî çiya va Kezeb şewitî dersinêka va, Bişarê Çeto kekê Cemila va Sîstemê Evalî xorza va, Îbrahim Hacî Evdila va, çar peyayê mala kafir Rema va gelî birano ax De wê îşev di êvar da dewet dewet daim ser melê ra De Sîsilê go Tahirê Emo de lêxe, Silokî Hemzo de lêxe, Hesenê Şêxo de lêxe Mehmedê Emo de lêxe, de navê revê navekî giran e De nava êlan eşîra ser mala bavê min nexe Vê sibê Bişar Emê Gozê sê denga kire gazî Go Bişaro lawo ezê nayême rayê eskerê dewletê ra Wezê nayême rayê koçerê serê çiyê ra De minê sond xwariye qesema Xwedê ye De minê koz kolaye erdê ye, kulekeke berdaye axê ye De lingê xwe avêtiye qeyda hespê ye De bawer dikî bawer bike, baweriya te bi Xwedê tune be, minê kilîtê qeydê De şandiye Basindê cem Hesenê wa bi sura wa rizdê ye ax De go bira wiha bi hev ra, de her çar peyayê mala bavê mi hev ra De minê tabîkê çêkir du par kevira, sê par şela De bira sibê der û cînar pismamê mi bêjin Emê Gozê ax De bavê min kiribe barî kela va sed car maşela

Bêjebêje © 2015-2024