Mecîdê Fariz,
Emê Mehrûmê
De were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Emê porkurê dilê mi kaniya qîrê vê qetranê
Emê porkurê dilê mi kaniya qîrê vê qetranê
Kesekê xwedanê xêra tune cawabê bide Mala Şemê Xezalê birê vê Qorxanê
De Şemê Xezalê giregirê vê Qorxanê
Silekafira te mal xerabûya, ocaxê bavê te nava ocaxa kor bûyo
Teyê çawa sala îsal li me qerandiye
Dengê dengbêja, tilî û pêçiyê bilûrvana
Na wele xweyo, êvar da me qerar li sewt û sewta bêxwedan e
Were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Emê dilê mi digo vê sibê dar e, darşîlan e
Porkurê, dar e, darşîlan e
De şerê Mala Qadê wisan e
Vê sibê derketiye meydanê tana kondelan e
Vê sibê derketiye ta na kodelane
Çawa Silekafirê dozde mêrê me kuştine
Êvar da hurmetê me bî kirine vegerandine ser xweyan e
Were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Emê porkurê, Seremî kavil wê bi nik e
Emê porkurê, Seremî kavil wê bi nik e
Şerê mala Silekafirê şerekî jê giran e
De pêşiyê şer e, ser paşê di silek e
Silekafire sê denga Feqîr Ûsivê kire gazî
Go Feqîr Ûsivo wez ê erafê meydanê qefesa te da bijmêrim
Dozde gulê mawîzerê sar e bi dû çêke
Were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Emê porkurê Serema kavil li vî hemberî
Porkurê Seremê kavil li vî berî
Birê siyara ji Mala Qadê siyar bûne
Temame çima q eme nedî
De Silekafirê Feqîr Ûsivê kire gazî
Go îzna Xwedê sibê van çaxa gerekê yek mi te va silavê bide vî meqberî
De were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê
Emê porkurê de tu rabe
Şerê sibê temaşe ke kê û kê kire
Feqîr Ûsivê Reşkor xweyê bazinbeleka de vir pê kir