the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Fariz

Ewrê Reş Baran e

Lê dînê ewrê reş baran e, ewrê spî zivistan e Payîz e koçera beranê xwe berdane De vê sibê xelqê dimire derdê halê malê dinyalika gewrik Ez evdalê Xwedê dimrim derdê te û qotik qoltazê vê kitanê Lê lê dîne, divê sing û berê kewa gozel sor e De nana hingivê rûnê tev helandî Merivê sibê zûra xwe ra bide ser nanê genimî Lê lê de lê lê lê ce wey ce lê lê dînê Lê lê dînê vê sibê me derketiye stêrka xul e Lê lê kawê me derketiye stêrka xul e De minê bala xwe didayê kawa kubar Li hetanî êvarê ser qaşa gustîlka xwe da mijûl e Lê lê lê lê lê way Lê lê dînê vê sibê tava hîvê li me ron da Lê lê kawê lê tava hîvê li me ron da Minê kewa gozel dîtiye ber siya kon da De vê sibê kawa kubar lo çika mi ra ref da Lê lê lê de lê lê wax

Bêjebêje © 2015-2024