the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Mecîdê Fariz

Gede Lawiko

Gede lawiko çiqas bergê mi elqîne Ew qas şahê li mala bavê mi li orta cî ne De gava çavê min çavê gede lawikê mi lo dikeve De tu were binêre, kes mala bavê mi ra ax tu nîn e Lawiko qurban hîva ser me ra hezîran e Gede lawikê mi girtiye sî rojî remezan e Divê seva çav û biriyê belek, dêmê gulî De geleka jinê xwe berdane ax Gede lawiko cînarê dora me yê ker e Divê sing û berê kewa gozel sor e Gelî malî gundîno bextê we me Notlanî hîveke çarde şevî gilover e De kawa kubar qe naweste Li Kekê Reşê îro lo pêda şer e ax Lawiko qurban, kaniya gundê me mezin e Divê derd û kulê dinyalikê hemû para min e Lê te awiriyê çava, lo qinyatê dila lo wez kuştime Lawiko qurban berfa gundê me şelpe ye Me xezal li konê xwe dane temaşe ye Ya hatiye serê mi evdalê Xwedê De bira neyê serê gurê çiya lo, gur gune ye ax

Bêjebêje © 2015-2024